Cihan Lammert: Tirkiyê li hember destûra xwe derbe kiriye

Lammert: Tirkiyê li hember destûra xwe derbe kiriye
Serokê Encûmena Federal ya Almanyayê Norbert Lammert / Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Federal ya Almanyayê Norbert Lammert da xuyakirin, Hikûmeta hilbijartî ya Tirkiyê, li hember destûra xwe derbe kiriye û ev jî serketiye.

Lammert, di çarçoveya Konferansa Munchênê ya Asayişa Cîhanê de, civînek lidar xist û da xuyakirin, di demên dawî de li Tirkiyê du derbe hatine kirin. Ya yekem li hember hikûmeta hilbijartî hewldana derbeya serbazî bû, ya duyem jî hikûmeta hilbijartî li hember destûra xwe kiriye û biser ketiye.

Lammert ku di heman demê de endamê Partiya Xirîstiyanên Demokrat e got, heger guhertinên destûrê li Tirkiyê bên bicîhkirin, ev yek tê wateya ku Tirkiye hewldana endamtiya xwe ya bo Yekîtiya Ewropayê radiwestîne.

Di meha Çile de, Parlementoya Tirkiyê bi 339 dengan  yasaya bingehîn guhert û ev yek jî rê li ber referandûmê vekir. Tirkiye dê di meha Nîsane de jî biçe referandûmê.