Serok Barzanî: PDK xwedî doz e ji ber wê li Kurdistan, Iraq û derveyî welat bûye yekem

Serok Barzanî ragihand, tevî hebûna rêgirî û astengiyan ji bo lîsta PDKê deng bidest nexe, lê cemawerê PDKê bi vîneke bilind karîn serkeftinê bidest bixe û li ser astê Kurdistan, Iraq û derveyî welat PDK yekem bû, ew jî vedigere ku PDK xwedî doz e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ragihand, tevî hebûna rêgirî û astengiyan ji bo lîsta PDKê deng bidest nexe, lê cemawerê PDKê bi vîneke bilind karîn serkeftinê bidest bixe û li ser astê Kurdistan, Iraq û derveyî welat PDK yekem bû, ew jî vedigere ku PDK xwedî doz e.

Îro 21.5.2018an Serok Mesûd Barzanî ligel tevahiya kandîdên lîsta 184 a Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya û di gotarekê de ronahî xiste ser rewşa siyasî, qonaxa berî referandûmê û bûyerên piştî referandûmê û spasiya xweragiriya Pêşmergeyên Qehreman û gelê Kurdistanê di qonaxên dijwar de kir.

Serok Barzanî destxweşî li hemû kadro, endam, alîgir, çîn û gencên PDKê li navxwe û derve kir, ku hemû bi yek dengî û bi giyanekî hevbeş kar ji  bo serxistina lîsta PDKê di hilbijartinên parlemantoya Iraqê de kirin. Got jî, tevî hebûna rêgirî û astengiyan ji bo lîsta PDKê deng bidest nexe, lê cemawerê PDKê bi vîneke bilind karîn serkeftinê bidest bixe û li ser astê Kurdistan, Iraq û derveyî welat PDK yekem bû, ew jî vedigere ku PDK xwedî doz e.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de amaje bi wê da, ku PDK di hemû ezmûnan de bi serbilindî derketiye. PDK hatiye damezrandin, ne ji bo milmilaneya ligel aliyan bike, belkû PDK ji bo berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bike hatiye damezrandin.

Herwiha got, serkeftin ji wan kesan re ye, ku baweriya wan bi doza rewa ya gelê xwe heye û nabe miletek bê çewsandin û nûnerên wê bîr li pile û paye û destkeftan bikin. Ji ber wê pêwîst e armanca sereke ya nûnerên PDKê li Bexdayê berjewendiyên bilind ên gelê xwe be û nabe di dema serketina me de mexrûr bin û di dema şikestinê de jî bê omîd bin.

Serok Barzanî rexne jî li riftarê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê girt, ku bûne sedema pirsgirêkên mezin ji dengdaran re û tekezî li wê kir, ne hejmartina dengên xwişk û birayên Êzidî, enfalkirina dengên wan bû û mebest jê ew bû ku PDKê li parêzgeha Neynewayê nebe lîsta yekem.

Serok Barzanî amaje bi wê jî da, ku pêwîst e binemayên hevparî, lihevkirin û wekheviya di navbera pêkhateyan di proseya siyasî ya Iraqê de li ber çavan were girtin û li ser wan binemayan jî pêwîst e hemû alî kar bikin. daxwaz jî kir, ku aliyên Kurdistanî li Bexdayê bi yekrêzî û yekgotarî di proseya siyasî ya Iraqê de beşdar bin.

 

 

S. B