Firokeyên Tirkiyê devera Cindirêsê bordûman dikin

Şanderê K24ê got jî: "Li bajarokê Şêrewa artêşa Tirkiyê gundên Basûfan û Burc Silêman topbaran kir".

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanderê Kurdistan24ê ji bo Efrînê ragihand, şer û pevçûnên giran di navbera YPGê artêşa Tirkiyê de, li gundê Dêr Belût berdewam in, herwiha firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê, Girê Dêwa û gundê Mele Xelîl û gundê Dêr Belût li Cindirêsê û Ên Hecera Biçûk û ya Mezin bordûman dikin.

Şanderê K24ê got jî: "Li bajarokê Şêrewa artêşa Tirkiyê gundên Basûfan û Burc Silêman topbaran kir".

Ji 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û bigotina fermandeyên YPG, heya niha artêşa Tirkiyê armancên xwe bicî nekiriye.