Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê gihand YLDK

Ji bo dawî hatina karên Kongreya Heştem ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Lawan kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo dawî hatina karên Kongreya Heştem ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Lawan kir û ji bilî pîrozbahiya li serkeftina kongreyê, destxweşiyê li kadirên berê yê sekreteriyetê kiriye û hêviya serkeftinê ji bo sekreteriyeta nû dixwazê û daxwazê ji wan dike li ser rêbaza niştimanperwerî û dilsoziya ji bo gel û welat berdewam bin.

Eve jî naveroka wê peyamê ye:

Birêz Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê

Silav û rêz

Ji bo dawî hatina karên kongreya heştem, "Kongreya Pêşmerge", pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim li hemû warên karên pêş da serkeftî û serfiraz bin.

Destxweşiyê li kadirên berê ya mekteba sekreteriyetê dikim ku li qonaxekî dijwar da gelek dilsozane erkên xwe bi cîh anî û hêvîdarim li hemû erkek da bi vî awayî çalak û serkeftî bin.

Pîrozbahiyê li kadirên nû yên hilbijartî yê mekteba sekreteriyeta yekîtiya we dikim û şîretê li wan dikim ku li ser rêbaza nifşên berê ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, wekî herdem mînakê bilindê karê rêkxistinî û xwendingeha pêgihandina kadirên çalak û dilsoz bin û li ser rêbaza pak ya Kurdayetî û niştimanperwerî û dilsoziya ji bo gel û welat de berdewam bin.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
10.08.2018

 

 

C.B