Hevpeymaniya Navdewletî: Pêşmerge ji her egerekê re amade ye

Cîgirê Fermandarê Hêza Hevpeymanan li Sûriye û Iraqê General Walter Piatt ji K24ê re ragihand, ew kar dikin ji bo amadekirina Pêşmerge ji her egerekê re, ji ber ku Pêşmerge hêzeke bi bandor e. Amerîka hevkariyê pêşkêş dike ta ji qonaxa ji piştî DAIŞê re amade be.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Fermandarê Hêza Hevpeymanan li Sûriye û Iraqê General Walter Piatt ji K24ê re ragihand, ew kar dikin ji bo amadekirina Pêşmerge ji her egerekê re, ji ber ku Pêşmerge hêzeke bi bandor e. Amerîka hevkariyê pêşkêş dike ta ji qonaxa ji piştî DAIŞê re amade be.

Hevdem beşek ji fermandarên hêzên biyanî yên li Herêma Kurdistanê dibêjin, metirsiya DAIŞê hîna maye û bi taybet li navçeyên ku cihê nakokiyê ne.

Niha Almanya Serkirdatiya Navenda Rahênana Hêza Pêşmerge radestî Îtalyayê kir, bi vê yekê jî kete bin kontrola Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê.

Cîgirê Fermandarê Hêza Hevpeymanan li Sûriye û Iraqê General Walter Piatt ji K24ê re got: “Ev navend hat bin kontrola Hevpeymaniya Navdewletî. Wiha baştir e ji bo hevkariyê bileztir û baştir bikin. Hêzên Pêşmerge xwedî ezmûnên baş in. Ew her dem amade ne ji her egerekê re, lê pêwîstiya wan bi rahênan û çekê baştir heye. Rola Pêşmerge ya mezin di şikandina DAIŞê de hebû. Em şanaziyê bi wan dikin. Niha jî pêwîst e em rahênan zêdetir bi Pêşmerge bikin û ji her egerekê re amade bikin.”

Herwiha got: “Hevkariyên cuda cuda me pêşkêşî Pêşmerge kirine. Me ootombîlên leşkerî yên baş dane wan û rahênan jî bi wan kiriye.”

Berpirsê berê yê Navenda Rahênan û Hevahengiyê General Andreas Stanhaus got: “Nijarim bibêjim metirsiya DAIŞê nemaye. Rast e DAIŞê di rûyê leşkerî de hatiye şikandin, lê di rastiyê de DAIŞ rêxistineke çalak e û bi taybet li navçeyên ku cihê nakokiyê ne. Pêwîst e li wan navçeyan çareseriyeke siyasî hebe. Her çawa be em rahênanê bi Pêşmerge dikin ta ji her egerekê re amade be.”

Her di wê derbarê de, Berpirsê Rahênanê li Navenda Rahênan û Hevahengiyê Roberto Vanaghi dibêje: “Em dizanin DAIŞ di warê leşkerî de hatiye şikandin, lê bi tevahî DAIŞ li Iraqê bidawî nebûye. Divê em DAIŞê bi tevahî bidawî bînin, ji ber wê hevkariya me ji  Pêşmerge re dirêj dibe, da ku di dahatû de egera peydabûna rêxistinekê wek DAIŞê re amade bin.”