Şervanên YPG êrîşî çend xalên çekdarên ser bi Tirkiyê ve kirin

Ajansa Anadolê: Artêşa Tirkiyê, li bakurê Sûrya rê li ber êrîş û destdirêjiyên çekdarên PYD û PKK girtiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya nêzîkî PKK ragihand ku, şervanên Yekîneyên Parastina Jinan YPJ û Yekîneyên Parastina Gel YPG bersiva topbarana artêşa Tirkiyê li ser Efrînê dan.

Li gorî heman jêderan, piştî ku şevê din artêşa Tirkiyê gundên ser bi (Cindirês, Şera, Şêrawa û Raco) ve li devera Efrînê topbaran kir, şervanên YPJ û YPG çalakiyek encam dan û êrîşî çend xalên serbazî yên hêzên ser bi Tirkiyê ve li Ezazê kirin û hejmarek kes di wê êrîşê de birîndar bûn.

Lê Ajansa Anadol ya ser bi Hikûmeta Tirkiyê ve ragihand ku "Artêşa Tirkiyê, li bakurê Sûrya rê li ber êrîş û destdirêjiyên çekdarên PYD û PKK girtiye û ew bi "Tîrorîst" binav kir.

Heman Ajansê belav kiriye "Li gorî ew zanyariyên ji jêderên emnî yên navçeyê wergirtiye, hêzên artêşa Tirkiyê, îro sibeha bi topan bersiva wê êrîşê dane û artêşa Tirkiyê di çarçoveya maf û yasayên berevaniyê li xwe bersiva wan êrîşan dide".