Jinên Qamişlo ji “Tawana Rûmetê” ne razî ne
K24 – Qamişlo
Li bajarê Qamişlo li dijî tawanên li dijî jinê, hejmarek jin û çalakvan mangirtinek birêve birin.
Kongira Star û hin rêxistinên jinê herwiha hejmarek ji jinên bajarê Qamişlo û di bin silogana "jin jiyan e, jiyanê nekujin" mangirtinek li pêş nivîsgeha Netewên Yegirtî lidar xistin.
Jinên beşdar dibêjin, tawanên rûmetê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku ramanên şaş di civakê de biguhêrin.