Yildirim: Sizayên Amerîka şerekî aboriyê yê cîhanî dirust dike

Serokê Parlemantoya Tirkiyê Binalî Yildirim radigihîne, sizayên Amerîka şerê cîhanê yê aborî dirust dike û banga dirustkirina eniyekê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemantoya Tirkiyê Binalî Yildirim radigihîne, sizayên Amerîka şerê cîhanê yê aborî dirust dike û banga dirustkirina eniyekê kir.

Binalî Yildirim derbarê sizayên Amerîka li ser Tirkiyê û daketina nirxê Lîreya Tirkî bi awayekî berçav de li Twittera xwe nivîsî, ew sizayên rêveberiya Trump yên li dijî Tirkiyê şerekî aboriyê yê cîhanî dirust dike.

Yildirim tekezî li ser wê yekê kir, gefên Amerîka li ser Tirkiye, Îran û Rûsya ti bandorekê li ser wan welatan nake û daxwaz kir ew her sê welat bereyekî nû li dijî rêveberiya Trump pêk tînin.

Serokê Parlemantoya Tirkiyê herwiha got, Amerîka ti girîngiyê nade hevpeymanên xwe û tenê girîngiyê dide Dolar.

Serokê Amerîka Donald Trump duh ragihand ku wî baca li ser  aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde kiriye, ji ber vê bacê jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.

Îro jî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gef li Amerîka kir, da ku fişarên xwe li ser welatê wî rawestîne û got: Heger Amerîka dev ji bêrêziya li dijî Tirkiyê bernede, wê hevpeymaniya wan bidawî bê.

 

S. B