Şarezayeke yasaya navdewletî: Amerîka li benda biryara gelê Kurdistanê ye

Parêzer û şarezaya yasayên navdewletî Jennifer Breedon di çarçova beşdarîkirina di geşta nûçeyên K24ê de ragihand, mafê ti welatekî derve nîn e destêwerdanê di karûbarên Kurdistanê de bike û Amerîka li benda birêvebirina referandûmê û raya gelê Kurdistanê ye û got: Referandûm û serxwebûna Kurdistanê ne li dijî binemayên yasaya navdewletî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzer û şarezaya yasayên navdewletî Jennifer Breedon di çarçova beşdarîkirina di geşta nûçeyên K24ê de ragihand, mafê ti welatekî derve nîn e destêwerdanê di karûbarên Kurdistanê de bike û Amerîka li benda birêvebirina referandûmê û raya gelê Kurdistanê ye û got: Referandûm û serxwebûna Kurdistanê ne li dijî binemayên yasaya navdewletî ye.

Jennifer Breedon ku piştevaniya serxistina pirsa referandûma Kurdistanê dike got: Ti gûmanek tune ye ku referandûm yasayî ye û li gor yasayên navdewletî ve mafê Kurdistanê heye wê gave bavêje.

Got jî: Îran bi zelalî metirsiya xwe ji referandûmê nîşan daye û ji ber wê dibêje, dê bandorekê li ser şerê DAIŞê bike û li dijî wê proseyê radiweste.

Derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê, ku li dijî referandûmê derketiye, Jennifer Breedon got: Ti aliyekî derve mafê wê nîn e destêwerdanê di karûbarê navxweyî bike û mafê Herêma Kurdistanê heye li Dadgeha Navdewletî giliyê li dijî ew aliyên destêwerdanê di nava karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê dikin, tomar bike.

Herwiha got. Serxwebûna Kurdistanê proseyeke dûr û dirêj e û gelek nerîn di wê derbarê de hene. Em dizanin gelek alî piştevaniya Iraq dikin û Îran piştevaniyeke mezin ji Iraqê dike û Îran çendîn car e ragihandibû ku li dijî referandûmê ye, lê ne ji mafê Îranê ye destêwerdanê bike û li gor yasayên navdewletî rê naye dayîn Îranê destêwerdanê bike, tenê dikar li navendên navdewletî giliyê tomar bike.

Derbarê helwesta Amerîka de, Jennifer Breedon got. “Di destpêkê ez ji karvedana Amerîka nîgeran bûm, lê li Amerîka nerînek heye ku dixwazin biryara gel bibînin û bizanin encam çi ye û hewl didin parastina Herêma Kurdistanê bikin, ya girîng jî ew e ku gelê Kurdistanê dixwaze bibe xwedî dewlet.

Jennifer Breedon amaje bi wê kir, welatiyên Amerîka dizanin ku hemû welatên Rojhilata Navîn wek hev in, lê hêvî li Herêma Kurdistanê ye, li Kurdistanê hemû pêkhate bi aştî dijîn û xwedî hikûmeteke Secularism e û ewlehî tê de peyda dibe.