Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê derbarê ravekirineke Dadgeha Federalî belav dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê ravekirina madeya yekem ji destûra Iraqê belav dike û tê de radigihîne, rêzê li ravekirina Dadgeha Federalî ji madeya yekem ya destûrê digirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê ravekirina madeya yekem ji destûra Iraqê belav dike û tê de radigihîne, rêzê li ravekirina Dadgeha Federalî ji madeya yekem ya destûrê digirin.

Di daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat, “Li ser daxwaza Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîranên Federalî di roja 6.11.2017an biryara hejmara 122 derbarê ravekirina madeya yekem ya destûra Iraqê derkir, ku ev deqa madeyê ye (Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedî serweriya temam e, ku tê de sîstema hikumraniyê komarî, parlemanî û demokratî ye, ev destûr gerantiya yekîtiya Iraqê dike)

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Wek çawa her dem Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê kiriye, ku pabnedî girtina ber riya destûrî û yasayî ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilatên federalî û herêmê de, ji rewangeha helwesta me ya ron û zelal, pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê bi vê arasteyê dikin.Li pêş hemûyan jî, destpêşxeriya Ayetula Seyd Sîstanî û hin kesayetên Iraqî û welatên destên Iraqê, bi vegera ji destûrê re nakokiyan çareser bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye: “Rêz li ravekirina Dadgeha Federalî ya ji madeya yekem re digirin. Di heman demê de jî dupat dikin ku baweriya me wiha ye ku ev bibe binemayek ji bo destpêkirina diyalogeke niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan di riya cibicîkirina tevahiya madeyên destûra Iraqê, bi awayekî ku gerentiya parastina maf, desthilat û taybetmendiyên me yên di destûr de hatine bike, di baweriya me ev take rê ye gerentiya yekîtiya Iraqê dike wek çawa di madeya yekem ya destûrê de hatiye.”