Cihan Siyaseta global sîstema parastina penaberan têk dibe

 

K24 – Stenbol

Pirsgirêka penaberan ku di rojeva cîhanê de cîh digire her ku diçe zêdetir dibe û hewlên bo safîkirina kêşeyên penaberan jî têrî nake. Pispor û akademîsyenên ku li ser penaberan xebatên akademîk dikin li Stenbolê di workshopekê de bal kişandin ser zêdebûna kêşe û hejmara penaberan. Li gorî pisporan, eger partiyên neteweperest ku dijminatiya penaberan dikin di hilbijartinên di demên pêş de li Ewropayê wê were kirin de bibin desthilatdar, rojên dijwar li benda penaberan e.

Ji destpêka şerê li Sûriyê ku di 2011an de dest pê kir, heta niha bi milyonan kes welatê xwe bi cih hiştin û berê xwe dan welatên derva. Yên xwe ji şer xelas kirin, li derveyîwelêt di nav şertên giran de jiyana xwe berdewam dikin. Di workshopeka penaberan de ku li Stenbolê hat kirin pisporên ku li ser penaberan lêkolîn dikin dest nîşan kirin ku siyaseta global sîstema heyî ya bo parastina penaberan têk dibe.

Berpirsê têkiliyên derve yê berê yê komiseriya bilind ê penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Metîn Çorabatir ji K24ê re got: “Li gor lêkolîneke ku li 10 welatên Ewropayê, hatin kirin ji sedî 60'ê xelkê Ewropayê, biryara Trump a der barê penaberan de rast dibîne û diyar e li Ewropayê, partiyên rastgir jî polîtîkayên xwe yên li dijî penaberan wê zêdetir bikin. Bi rastî ev ji bo penaberan geşedaneke gelek metirsîdar e.”

Berpirsê têkiliyên derve yê berê yê komiseriya bilind ê penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Metin Çorabatir amaje kir, saziyên wek Yekîtiy Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî ji bo ku bi welatên din re nekevin gengeşiyê ew ê guh nedin penaberan û polîtikaya xwe jî ne bi dilê penaberan wê diyar bikin.Yek arîşeya penaberan li derveyîwelat ew e ku dîtina kar e.

Lêkolîner Nûran Gulenç wiha axivî: “Penaberên temendirêj ji bo dîtina kar dikevin tengasiyê. Kesên kar didin jî bi pereyek hindik zarokên penaber didin şixulandin. Dema min lêkolîn kir di sektorên tekstîlê û di sektorên din de zarokên penaber ku 8 salî ne di karên giran de dixebitin. Haya kompaniyên mezin ji vê rewşê heye lê xemsariyê dikin.”

Li gor pisporan alîkariyên bo penaberan tên kirin têrî nake. Hat ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî di sala 2012'an de ji bo welatên ku penaber lê dijîn soza alîkariyê dabû lê belê ev alîkarî hêj bi temamî nehatiye kirin.