Welatên biryar bidest û Neteweyên Yekgirtî givaş xistîne ser YNKyê û Bizava Gorranê daku nermîyê nîşan bidin

Bilêse Cebar Ferman, endam a serkirdayetî ya Yekêtîya Nîştmanî Kurdistanê (YNK) Sedema bidawîkevtina pêkanina kabîneya nû ya hikumeta Herêmê vedgerîne bo nerazîbûna Bizava Gorranê li ser rêkkevtina YNKyê û Partî Dîmukratî Kurdistanê (PDK).

K24- Hewlêr

Li ser evê mijarê, Hêmin Şêxanî endamê Cvata Nîştîmanî bizava gorranê ragehand: Ti nakokî di navbera Gorran û PDKyê de nîne û van dû alîyan biryar dane li çar salên  dahatî di hikumeta Herêmê de bi hev re kar bikin.

Kurdistan24ê zanîye, Welatên biryar bidest û Neteweyên Yekgirtî givaş xistîne ser YNKyê û Bizava Gorranê daku di danûstandinên pêkanina kabîneya nû ya hikumeta Herêm de nermîyê nîşan bidin.

Zanyarî jî  behsa wê yekê dikin ku ew hewl ber bi çareserîyê diçin û renge heftîya dahatû birryara dawîyê bihêdan li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê.