Erdogan, ji bo dijberiya Israilê bangî cîhanê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, bi egera ku rê nedaye Filistiniyan nimêja îniyê li Mescid-î Eqsa pêkbînin, bang li cîhanê kir, dijberiya xwe hemberî Israilê nîşan bidin.

Erdogan got ku, Israiliyan herweha êrîşî brayên wan ên Filistinî kiriye û ew wekî Serokê demkî yê Hevkariya Islamî vê kiryara Israilê tewanbar dike.