Kurdistan Dengdayîna Bakur bi dawî bû

Dengdayîna Bakur bi dawî bû

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekirê, dema dengdayînê bi dawî bû. Ji ber ku li bakûr saeta dengdayînê saetek beriya bajarên Tirkiyeyê dest pê kir, sindoqên li bajarên bakûr jî saetek beriya bajarên Tirkiyeyê hatin girtin. Piştî bidawîbûna dengdayînan dê partiyên siyasî li navend û şaxên partiyên xwe encamên rêjeya dengan bişopînin.

Hilbijartina Referandûma 16’ê Nîsanê, ber bi dawiyê ve diçe û li Diyarbekir û Bakurê Kurdistanê sindoqên dengdayînê hatin girtin. Sindoqên ku hatin girtin, ji aliyê peywirdarên partiyan ve tên parastin û ji bo hejmartinê amadekariyan dest pê kir.

Li gorî lêkolînên ku beriya referandûmê hatibûn kirin, rêjeya dengên ‘na’ li Bakur zêdetir bûn û hemû partî û rêxistinên Kurdan bi awayekî neyînî pêşwaziya referandûmê kir.

Li gorî ragihandina çavdêrên siyasî û rêveberên partî û rêxistinên sivîl ên Kurdan;  Kurd pergala serokatiyê naxwazin lewra ku pergala parlementeriyê rabe, dê bandora yasayî ya nûnerên Kurdan di parlementoyê de nemîne.