TEV-DEM Tirkiyê ji bicihkirina penaberan li gundên Efrînê hişyar dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Tirkiyê ji bicihkirina penaberên Sûrî li gund û bajarokên Efrînê hişyar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Tirkiyê ji bicihkirina penaberên Sûrî li gund û bajarokên Efrînê hişyar dike.

Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê di daxuyaniyekê de hikûmeta Tirkiyê ji guhartina demografî li herêma Efrînê û bicihkirina penaberan li gund û bajarokên Efrînê hişyar kir.

TEV-DEMê da zanîn, armanca Tirkiyê ji operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê ew e, dixwaze nakokî û milmilaneyê têxe navber pêkhateyên Sûriyê û pêkvejiyanê û aştiya civakî li Sûriyê têk bide.

Herwiha daxwaz ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin kir, li pê lîstikên Tirkiyê neçin, ku hewl dide penaberan li deverên şer wek sotemeniya şer bikar bîne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, Tirkiye hewl dide koçberên di kampa Etmê ya Tirkiyê li ser sînor ava kiriye li gundên Efrînê bicih bike, ku ew gund bixwe herêmên leşkerî ne û metirsî li ser jiyana wan koçberan heye.

Di dema bûrî de û li ser zarê Serokomarê Tirkiyê û berpirsên bilind ên wî welatî dihat ragihandin, ku dê penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin li Efrînê bicih bikin. 

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di roja 53emîn de berdewam e, Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, di 52 rojên bûrî me li hember artêşa Tirkiyê û çekdarên we bi wê ve şerê çiyayan dikir, lê niha ji aliyê eniya navçeya Şera ve şerê kolanan dest pê kiriye.

 

S. B