Ebdulmehdî, Kabîneya xwe hefteya pêş me pêşkeş dike?

Biryar e, hefteya bê 'Adil 'Ebdulmehdî navên wezîrên kabîneya nû rabighîne

K-24 Navenda Nûçeyan

Raspêrderê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê 'Adil 'Ebdulmehdî  tenê 12 Wezaretan ji kabîneya xwe eşkere dike.

Medyaya Iraqî belav kiriye  ku, hefteya bê 'Adil 'Ebdulmehdî  ji hejmara 22 wezaretan, tenê navê 12 wezaretan eşkere dike û li Parleman deng li ser tê dayîn. Biryar e îro Hêzên Şî'e di civînekê de li ser navên kandîdan bo wergirtina postan biaxifin û heger rêkbikevin, dê 'Adil 'Ebdulmehdî  navên 12 wezîran di hefteya bê de, eşkere bike.

Ji aliyê xwe ve, Hevpeymaniya Saîrun det dike, navê tu kandîdek ji bo wergirtina wezaretan pêşkêşî Serokwezîrê raspardî kiribe.

Bedir Zyadî, Parlamentarê Hevpeymaniya Saîrun red kir, Hevpeymaniya wan tu kandîdek bo wergirtina postê wezarî pêşkêşî 'Adil 'Ebdulmehdî  kiribe.

Got jî, Hevpeymaniya wan piştevaniya hilbijartina kesên serbixwe, dûr ji partiyên siyasî dike, û biryar e jî, hefteya bê 'Adil 'Ebdulmehdî navên wezîrên kabîneya nû rabighîne.

 

 

 

C.B