Li Hesekê teqîn: 2 brîndar
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê de li bajarê Hesekê 2 kes brîndar bûn.
Ligor peyamnêrê Kurdistan24 li bajarê Hesekê li taxa Neşwa di encama teqîna bombeyekê de li rêbendeke trafîkê li Bazneya Şerî'e 2 polîsên trafîkê brîndar bûn û ziyanên maddî li deverê ketin.
Heta niha tu aliyekî ev çalakiya terorî negirtiye stûyê xwe.
C.B