Sibe Parlemana Iraqê dicive

Navenda ragihandina Civata Nûnerên Iraqê di daxûyaniyekê de eşkere kiriye, biryar e sibe demjimêr yekê nîvro Civata Nûnerên Iraqê bicive û pêkanîna komîteyan gengeşe bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda ragihandina Civata Nûnerên Iraqê di daxûyaniyekê de eşkere kiriye, biryar e sibe demjimêr yekê nîvro Civata Nûnerên Iraqê bicive û pêkanîna komîteyan gengeşe bike.

Herweha ligor çavkaniyan, biryar e Parlemana Iraqê ji bilî pêkanîna komîteyan, lêkolînê ji dirustiya endamtiya hejmarek Parlemanter bike.

Civîna Parlemana Iraqê di demekê de ye, ku heta niha danustandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê berdewam in.

 

 

 

C.B