Heşda Şeibî firokxaneyekê li Şingalê kontrol dike

Heşda Şeibî firokxaneyeke leşkerî li deşta Şingalê li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Heşda Şeibî firokxaneyeke leşkerî li deşta Şingalê li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê kontrol kir.

Şaneya Ragihandina Heşda Şeibî belav kir, hêzên lîwaya 13 û 14 yên Heşda Şeibî karîn fiorxaneya leşkerî ya li deşta Şingalê, li başûrê bajarokê Qeyrewanê kontrol bikin.

Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de amaje bi wê daye, firokxaneya leşkerî ya li deşta Şingalê yek ji cihekên girîng û stratejîk e li rojavayê Neynewayê tê hejmartin.

Ji berî 6 rojan ve, hêzên Heşda Şeibî operasyonek bo kontrolkirina bajarokê Qeyrewanê dest pê kirye û heta niha çendîn gund û navçe li deverê kontrol kirine.