7 milyon kes ji Sûriye penaber bûye

Serokê Navenda Niştimanî di Rêveberiya Karûbarên Berevaniya Rûsya de diyar kir, di 7 salên şerê li Sûriyê de, 7 milyon welatiyên Sûriyê penaber bûn e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Navenda Niştimanî di Rêveberiya Karûbarên Berevaniya Rûsya de Mîxaêl Mîzîntisîv di kongreyek rojnamevanî de ragihand, 1 milyon û 700 hezar penaberên Sûriyê dikarin di demek nêzîk de vegerin welatê xwe.

Ji wan nêzîkî 1 milyon ji Lubnanê, nêzîkî 300 hezaran ji Tirkiyê, 150 hezar ji Ûrdin, 100 hezar penaber ji Iraq û Misrê û 200 hezar penaber ji welatên Ewrûpî.

Navborî diyar jî kir, di 7 salên şerê li Sûriyê de, 7 milyon welatiyên Sûriyê penaber bûn e, û got, hikumeta Sûriyê bi tenê, bê alîkariya welat û rêxistinên navdewletî nikare zemîneyê ji bo vegera penaberan xweş bike, ku jêrxaneya aborî li bajarên sereke yên Sûriyê ji sedî 40 heta 70yî wêran bûye.

 

 

C.B