Namzetê HDP yê Serokomariya Tirkiyê - Selahedîn Demîrtaş e

Di civînê de biryar hat dayîn ku, Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş wek namzetê HDPê yê Serokomariyê bê destnîşan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encumena Partî ya HDPê, bi armanca destnîşankirina namzetê Serokomariya Tirkiyê yê partiya xwe îro civiya.

Di civînê de biryar hat dayîn ku, Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş wek namzetê HDPê yê serokomariyê bê destnîşan kirin.

Her weha di civînê de pêşniyara CHPê ya "Benda sifir ya hilbijartinê" jî hat qebûlkirin.

Civîha HDPê hîn jî berdewam dike.

 

 

 

C.B