Kosret Resûl Elî peyamek da xelkê Kurdistanê

Cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Kosret Resûl Elî, peyamêk da gelê Kurdistanê û daxwaz dike, bi kernevaleke aştiyane biçin ser sindoqên dengdanê û beşdariyê di piroseya referandumê de bikin û deng ji bo serxwebûnê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Kosret Resûl Elî, peyamêk da gelê Kurdistanê û daxwaz kir, bi kernevaleke aştiyane biçin ser sindoqên dengdanê û beşdariyê di piroseya referandumê de bikin û deng ji bo serxwebûnê bidin.

Têksta peyama Kosret Resûl Elî:

Binavê Xwedayê mezin û dilovan

Cemawerên xweragir ên xelkê Kurdistan

Pêşmergên qareman

Malbatên serbilind ên şehîdan

Zindaniyên siyasî û kêmendamên sengeran

Referandum û mafê çarenivîsê mafekî rewa û heqê gelê Kurdistanê ye û bi dirêjiya dîrokê û serdemên cuda, gelê Kurd xebat ji bo vê rojê kiriye û bi sedan û hezaran lawên qareman ên vî welatî xwîna xwe ji bo azadî û jiyaneke xweş kirin qurban.

Îro ku derfeteke guncayî hatiye pêş ji bo gelê Kurd û miletê me, me biryar daye di 25/9/2017an referandumê ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe encam bidin, erkekî exlaqî û niştimanî ye û dilsozî û wefadariyeke mezin e ji xwîna şehîdan re, divê em hemû bi kernevaleke aştiyane biçin ser sindoqên dengdanê û beşdariyê di piroseya referandumê de bikin û çarenivîsa gelê xwe diyar bikin, lewra daxwaz dikim hemû xelkê Kurdistanê bê cudahiya hizbî, olî, netewî û navçeyî beşdariyê di vê piroseya  çarenivîsî de bikin.