Budceya encamdana referandûmê nêzîkî 20 milyon dolar dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Hilbijatin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê radigihîne, bidceya pêwîs bo encamdana referandûmê nêzîkî 20 milyon dolar dibe.
Serokê Komisyona Bilind a Hilbijatin û Rapirsiyê Hindirîn Mihemed Sebah ji K24ê re got: “Me berê budceyek bo encamdana refernadûmê derbarê hilbijartina serokatî û parlementoyê û referandûmê amade kiribû, ku nêzîk 37 milyon dolar bû.”
Hindirîn Mihemed Sebah amaje bi wê da, ku tenê bo referandûmê nêzîkî 20 milyon dolar pêwîst e, bo amadekirina sindoq û kabîneyên dengdanê û kelûpel û çapkirina kartên dengdanê.
Herwiha Serokê Komisyona Bilind a Hilbijatin û Rapirsiyê aşkere kir, nêzîkî 12 hezar navendên dengdanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên li derveyî rêveberiya herêmê dibin, ji nava wan nêzîkî 2 hezar navend li dibistanan dibin.