Mislim: Bi çekên Ewropî li Efrînê komkujî tên kirin

Salih Mislim ji raya giştî ya Ewropa re: Tiştê ku îro li Rojhilata Navîn diqewime û berxwedana ku tê kirin, ji bo aramî û ewlehiya Ewropa ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Pêwendiyên derve ya TEVDEMê Salih Mislim ragihand, ku artêşa Tirkiyê bi çekên Ewropî li Efrînê komkujiyan dike, û got: "Em nabêjin bila Ewropa berevaniyê di ber me de bike, lê bila yasayên xwe bicî bike".

Di çarçoveya beşdariya wî di civîna aliyên Kurdistanî de li Ewropa, ku ji aliyê 57 partiyên siyasî û 53 rêxistinên civakî ve, li bajarê Denhag yê Holenda ji bo piştevaniya Efrînê tê lidarxistin, Salih Mislim ragihand: "Berî niha çekdarên DAIŞê êrîşî Kobanê, Şengal û Kerkûkê kirin, niha jî êrîş li ser Efrînê tê kirin".

Mislim got jî: "Li cem me, ti cudahî di nav Efrînê û herêmên din yên Kurdistanê de tine ye. Efrîn berdewamiya Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şengalê ye. Dewleta Tirkiyê dixwaze ew komkujiya 100 salî li dijî Ermen, Siryan û Kurdan kiriye, niha temam bike. Ji me re ev yek pirseke şeref û namûsê ye, pêwîst e hemû kes vê yekê zanibe".

Navhatî ji raya giştî ya Ewropa re got: "Tiştê ku îro li Rojhilata Navîn diqewime û berxwedana ku tê kirin, ji bo aramî û ewlehiya we ye".

Got jî: "Em ji welatên Ewropa dixwazin ku xwedî li yasayên xwe derkeve, ji ber ku xelkê Efrînê bi çekên Ewropa tên kuştin. Tankên Lyopard yên Almanî tên bikaranîn. Em nabêjin bila welatên Ewropî bên ji bo me şer bikin. Em dibêjin bila yasayên xwe bicî bikin. Kuştina me bi çekên Ewropî tiştekî nemirovî ye. Em vê yekê qebûl nakin".

N.O

Jêder: Firat News