Serok Barzanî û Yan Kubish piroseya siyasî li Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin

Yan Kubish pîrozbahiya serketina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û serketina lîsta PDKê li Serok Barzanî kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di dîdarekê de, Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Yan Kubish, piroseya siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

Di dîdarê de, Yan Kubish pîrozbahiya serketina piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û serketina lîsta PDKê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku di zûtirîn dem de, Komisyon encamên dawî rabigehînin û Perlemana nû dest bi karên xwe bike.

Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya Serok Barzanî, îro Sêşemê 9/10/2018an, li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Yan Kubish kir.

Di beşekî din de ji wê dîdarê, rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û hevkêşeya piroseya siyasî ya Iraqê û dawîn pêşhatên wê, hatin behskirin.

N.O