Amerika naxwaze hevwelatiyên wê seredana Îranê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Wezareta derve ya Amerikayê, ji ber egerên metirsiya binçavkirin û girtinê, bala hevwelatiyên xwe kişand ku seredana Komara Islamî ya Îranê nekin.

Wezareta derve bi taybetî bala hevwelatiyên Amerîkayê dikşîne, ku heman demê hevwelatiyê Iranê ne jî. Di balkişandinê de tê destnîşan kirin: Komara Islamî bê sedem dikare hevwelatiyên Amerikayê binçav bike û bigre.