Di bûyereke hatûçûnê de 30 penaber birîndar bûn

Li bajarê Edeneyê 25 penaberên Efxanî hatin desteserkirin û du rûdaweke hatûçûnê de jî 30 penaber birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edeneyê 25 penaberên Efxanî hatin desteserkirin û du rûdaweke hatûçûnê de jî 30 penaber birîndar bûn.

Otombêla penaberên ku ji Îranê derbasî Bakurê Kurdistanê bûbû, li bajarê Xarpûtê qelibî. Di encamê de 30 penaber birîndar bûn ku 5 ji wan zarok in.

Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Gundiyên deverê dan xuyakirin, hemû penaber Efxanî ne û rewşa hinek birîndaran giran e.

Li bajarê Edeneyê jî, di encamê operasyonekê de 25 penaberên Efxanî hatin binçavkirin.

Di demên dawî de, hejmara penaberên Efxanî ku di ser sînorê Îranê re berê xwe dane Tirkiye û Ewropayê gelek zêde bûye.

 

S. B