Li 17 gundewarên Bitlîsê derketina derve hat qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de li 17 gundewarên Bitlîsê, derketina derve hate qedexekirin.
Parêzgeriya Bitlîsê di derbarê mijarê de ragihand, dê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke leşkerî bikin û di vê çarçoveyê de li 17 gundewarên bajarokê Hîzanê derketina derve hatiye qedexekirin.
Parêzgeriyê diyar kir, dema qedexeyê dê heta fermaneke nû berdewam bike û divê welatî pabendî hişyariyê bin.
Duh jî li 37 gundewarên Diyarbekirê di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
S. B