Partiyên Kurdistanî: Deklerasyona HDP'ê ne têr û zelal e

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê danezanek ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd belav kir û bang li partiyên Kurdistanî jî kir ku piştgiriya danezanê bikin. Partiyên Kurdistanî jî danezanê erênî dibînin lê têr û zelal nabînin. Siyasetmedarên Partiyên Kurdistanî amaje dikin ku danezan ji bo Kurdan hatiye amadekirin lê bi awayekî şermokî behsa Kurd, Kurdî û Kurdistanê tê kirin.

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê danezanek ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd belav kir û bang li partiyên Kurdistanî jî kir ku piştgiriya danezanê bikin. Partiyên Kurdistanî jî danezanê erênî dibînin lê têr û zelal nabînin. Siyasetmedarên Partiyên Kurdistanî amaje dikin ku danezan ji bo Kurdan hatiye amadekirin lê bi awayekî şermokî behsa Kurd, Kurdî û Kurdistanê tê kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd bi deklerasyonekê bang kir ku divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî pêk were, bihêzkirina rêveberiya xwecihî û mafên çandî, nasnameyî û zimên di çarçoveya makeqanûnê de werin mîsogerkirin û bang li Partiyên Kurdistanî jî hat kirin ku piştgiriya deklerasyonê bikin. Di derbarê vê mijarê de Serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmed Emîn Kardaş, bal kişand ser pêvajoya avakirina Tifaqa Kurdistanî û anî zimên ku wan jixwe danezanek wêrektir û zelaltir amade kiribû û HDP'ê bêyî wan, li Enqereyê deklerasyonek belav kiribû.

Mehmed Emîn Kardaş ji K24ê re wiha axivî: "HDP dereng ma. Ew tiştên ku HDP'ê gotin me jî di daxuyaniya ragihandina Tifaqa neteweyî de ji raya giştî re ragihand û me bi wêrektir û zelaltir amî zimên. Pêwîst bu ku HDP ew daxuyanî li gel partiyên Kurdistanî bi aniya zimên. Wê deme dê ji bo xelk ji bibuya moral."

Partiyên Kurdistanî di danezana xwe ya tifaqê de amaje kiribûn ku divê Zimanê Kurdî bi hemû zaraveyên xwe bibe zimanê perwerdehiyê û ligel Zimanê Tirkî bibe zimanê fermî û ji bo Kurdistanê jî statû were dayîn. HDP jî dibêje; bila di hemû saziyên gelemperî de mafê zimanê dayîkê were mîsogerkirin û rêvebirina xwecihî were bihêzkirin . Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesût Tek jî amaje dike ku deklerasyona HDP'ê ne têr û zelal e.

Mesût Tek dibêje: "Xwezî dema ku HDPê deklerasyona xwe ragihand ji dêvla zimanê dayîkê bigota zimanê kurdî. Daxuyanî li Kurdistanê tê dayîn û derbarê Kurdan de ye lê di warê bilêvkirina Kurd û Kurdistanê de divê bi curet bûna."

Partiyên Kurdistanî  ji bo avakirina Tifaqa Kurdistanî bi HDP'ê re hevdîtin pêk anîbûn û Pervîn Bûldan amaje kiribû ku daxwazên wan hevpar in. Lê piştî vê yekê HDP bêyî ku bi Partiyên Kurdistanî bişewire, Beyannameya Hilbijartinê ragihandibû û daxwazên Partiyên Kurdistanî tê de cih negirtibû ev yek wekî bandora çepên Tirkan a di nav HDP'ê de hatibû nirxandin.