Zanyariyên nû derbarê êrîşa çekdarî li ser avahiya parêzgeha Hewlêrê

Demjimêr 7:45 ji sibeha îro, sê çekdaran êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin, bi sedema teqekirinê, du polîs, ku pasewanên avahiyê bûn, birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Demjimêr 7:45 ji sibeha îro, sê çekdaran êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin, bi sedema teqekirinê, du polîs, ku pasewanên avahiyê bûn, birîndar bûn.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê û Asayişa Hewlêrê gihiştin cihê êrîşê û navçe dorpêç kirin û niha ew çekdarana di nav avahiyê de asê mane û nikarin zêdetir êrîşan bikin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ji cihê bûyerê ragihand, ku heya niha nasnameya wan çekdaran nehatiye naskirin, tevî ku hin jêder didin xuyakirin ku ew êrîş karekî terorîstî ye.

Di destpêkê de, hêzên ewlehiyê ji bo saxîtiya canê welatiyan navçe kontrol kirin, niha jî bizava desteserkirina çekdaran dikin û dixwazin bê ziyanên canî, rewşê kontrol bikin.

N.O