PYD: Tirkiye çekên Ewropî li dijî sivîlên Efrînê bikar tîne

Salih Mislim: Tirkiye bi çekên Ewropî Kurdên sivîl dikuje. Divê welatên Ewropî li ser vê yekê bêdeng nemînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê karên derve yê PYDê Salih Mislim bang li welatên Ewropî kir û got: "Tirkiye bi çekên Ewropî Kurdên sivîl dikuje. Divê welatên Ewropî li ser vê yekê bêdeng nemînin".

Salih Mislîm li zanîngeha Cenevreyê, derbarê rewşa Efrînê beşdarî konfiransekê bû û rexne li welatên Ewropî kir. Mislim da zanîn ku Tirkiye bi çekên welatên Ewropî xwîna Kurdan dirijîne. Kuştina sivîlan li dijî yasayên navnetewî û rêgezên Netewên Yekgirtî ye.

Mislîm got: "Em ji welatên Ewropî daxwaza şerkirin li dijî Tirkiyê nakin, lê divê welatên Ewropî beramberî kuştina sivîlan xwe bêdeng neke".

Artêşa Tirkiyê 28 roj in êrîşî Efrînê dike û heya niha nêzîkê 200 kesên sivîl di wî şerî de hatine kuştin.