Kurdistan24 encamên dengdana welatên derve belav dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, biryar da dest bi piroseya hejmartin û cudakirina dengên li derveyî welat bike û heya niha dengê sê welatan cuda kiriye.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di encamên destêpkî de, li ser astê partiyên Kurdistanî, lîsta Partî yekem e û piraniya dengan bidest xistiye.
Encamên destpêkî bi vî awayî ne:
Holenda
Partî 513 deng
Yekîtî 197 deng
Goran 324 deng
Siwêd - Helsingborg
Partî 88
Yekîtî 25
Goran 6
Siwdê - Oribro
Partî 109 deng
Yekîtî 43 deng
Goran 79 deng
Frensa
Partî 23 deng
Yekêtî 18 deng
Goran 10 deng
Hevpeymanî – Berhem Salih 4 deng
Yekgirtû 2 deng
Komela Islamî 1 deng
Nifşê Nû- Şasiwar Ebdilwahid 1 deng
Piroseya cudakirina dengan li welatên derve berdewam e û îro li welatên mayî destpê dike.
N.O