Mesrûr Barzanî: Çaresernekirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkan li Iraqê, metirsiyên cidî ne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, çaresernekirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkên li Iraq û navçê, ligel sedemên civakî û aboriyê ve, metrisiyên cidî li ser pêşketinên ku di şerê li dijî teroristan de bidest hatine, dirust dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, çaresernekirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkên li Iraq û navçê, ligel sedemên civakî û aboriyê ve, metrisiyên cidî li ser pêşketinên ku di şerê li dijî teroristan de bidest hatine, dirust dike.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Hêzên Operasyonên Taybet ên Kanada Reter Dawe û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî guftûgokirina dawî pêşhatan û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan li Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Kanadayê kir ji bo piştevanî û hevkariya ligel Herêma Kurdistanê di şerê teroristên DAIŞê de û pêşwazî li rijbûna û tekezîkirina General Peter Dawe kir ku ragihand, welatê wî wek hevbeşekî bihêz di şerê jinavbirina teroristan de berdewam dibe.

Her di vê hevdîtinê de, behsa sedemên zêdebûna tevgera teroristan li Kerkûk, Diyala, Mûsil û Enbarê hate kirin, di wê derbarê de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî lê wê kir û ragihand, çaresernekirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkên li Iraq û navçê, ligel sedemên civakî û aboriyê ve, metirsiyên cidî li ser wan pêşketinan dirust dike, ku di şerê li dijî teroristan de bidest hatibûn.

Guftûgo derbarê hewl û gavên berdewam ên pêkanîna hikûmetê li Bexdayê, ku daxwazên pêkhateyên sereke û welatiyan li ber çav were girtin, tewereke din a hevdîtinê bû.

 

S. B