Kurdistan ENKS: Aliyê li dijî vêxistina agirê Newrozê be, li dijî Kurd e

ENKS: Aliyê li dijî vêxistina agirê Newrozê be, li dijî Kurd e
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ragihand, aliyê li dijî vêxistina agirê Newrozê be, li dijî projeya netewî ya Kurd e.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir di derbarê biryara asayîşa li Rojavayê Kurdistanê ya ku çalakiyên şeva Newrozê û vêxistina agirê Newrozê qedexe kir de ragehand, ew aliyê ku li dijî van çalakiyên derkeve, li dijî projeya netewî ya Kurd û li dijî demokarsiyê ye, ji ber ku agirê Newrozê nîşana azadî û serbestiyê ye.

Duh, Fermandariya Giştî ya Asayişa li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de vêxistina agirê Newrozê û aheng û pîrozbahiyên şeva Cejna Newrozê û li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê qedexe kir.

Di derbarê girtina baregeh û navendên ENKSê û partî û rêxistinên di nava ENKSê de yên ku ji aliyê asayîşan ve hatine girtin, Mihsin Tahir ragihand, heta niha nêzîkî 50 baregehên wan hatine girtin û ew karê di derheqê wan de tê kirin ne yasayî ye û xizmeta yekrêziya navmala Kurdî nake û nakokîyan zêdetir dike.