Li Efrînê şer di navbera dû grûbên Artêşa Azad a Sûriyê de

Li bajarê Efrînê şer di navbera dû grûbên Artêşa Azad a Sûriyê de derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Efrînê şer di navbera dû grûbên Artêşa Azad a Sûriyê de derket.

Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragihand, şer û pevçûn di navbera grûbek Kurd dinav Artêşa Azad a Sûriyê û grûba Ehrar elŞerqiye ku piraniya çekdarên wê ji Dêrazorê ne derketiye. Di encam de hejmarek çekdar ji her dû aliyan brîndar bûn e, bê ku hejmara wan bê eşkere kirin.

Jêdera navborî ragihand, polîsên leşkerî yên Tirkiyê navbênkarî di navbeyna her dû grûbên çekdar de kir.

Ji 18 Adar a îsal ve, çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê û Leşkerên Tirkiyê bajarê Efrînê dagîr kirin e, û ji wê rojê ve, ev sê car in, şer di navbeyna grûbên cuda yên Artêşa Azad de derdikeve.

 

 

C.B