Pispor: Ger Tirkiye biçe Rojhelatê Feratê dê berdêlên giran bide

Pispor jî dibêjin, ger Tirkiye vê operasyobê bide dest pê kirin dê wendahiyên giran dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye bi biryar e ku operasyonekê bibe ser devera Rojhelatê Ferata ku di bin çavdêriya Amerîka û hêzên hevpeymanî û di bin destê YPGê de ye. Serokomarê Tirkiyê dibêje ew ê çend rojên din operasyona bo ser vê deverê bidin dest pê kirin. Hin pisporên Tirkiyê dibêjin ku Tirkiye dê vê deverî li dijî Amerîka û siyaseta navxweyî ya Tirkiyê weke amûrekê bikar bîne. Hin pispor jî dibêjin, ger Tirkiye vê operasyobê bide dest pê kirin dê wendahiyên giran dibe.

Tirkiye doza gefên xwe yên ji bo operasyoneke bo ser Rojhelatê Çemê Feratê zêde dike. Serokomarê Tirkiyê Recap Tayîp Erdogan di gotareke xwe de ragihand, ew têra xwe sekinîne êdî demeke nêz de ew ê li dijî rojhelatê Feratê operasyonên xwe pêk bînin. Beramberî daxuyaniyên Erdogan Berdevkê Wezareta Beravaniya Amerîkayê Sean Rabertson ragihand ku operasyoneke yêk alî bo ser Rojhelatê feratê nayê qabûlkirin û dê zirarê bide berjevendiyên her du welatan.

Ev mijara di navbera Enqere û Washîngtonê de bûye sedema ecizî û rageşiyan ji aliyê pisporên Tirkiyê ve jî bi baldarî tê şopandin.

Bi boçûna serokê saziya KAFKASAMê Pisporê Rojhelata Naverast Hasan Oktay Tirkiye dê operasyona Rojhelatê Feratê hemberî Amerîkayê û ji bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2019an weke amûr û bazariyekê bikar bîne.

Pisporê Rojhilata Navîn Hasan Oktay ji K24ê re got: "Tirkiye Rojhelatê Feratê ji bo ku ji Amerîkayê derbarê gemaroyên ser Îranê de zêdetir muafiyetan bidest bixe û di siyaseta navxweyî a Tirkyê de ji bo hilbijartinên herêmî dê weke amûrekê bikar bîne. Jê ber wê çendê eger heye ku rojên pêşiya me de li ser rojhelatê çemê Feratê operasyonên sînorkirî bên lidarxistin. Ne bawerim ku leşkerên Tirkiye û Amerîkayê bêne beramberî hev ji ber ku aloziyeke li herêmî kêrî her du aliyan jî nayê. Herwiha ev operasyonên sînorkirî dibe ku heta meha Adarê berdewam bikin."

Li gorî serokê saziya Lêkolînên Stratejîk (SASAM) Sûleyman Erdem jî herçiqas Tirkiye bikaribe vê operasyonê pêk bîne jî dema ku operasyon li ser rojhelatê Feratê bê destpêkirin dê Tirkiye berdêlên giran bide ku zû bi zû neyên çareserkirin.

Serokê saziya Lêkolînên Stratejîk SASAMê Sûleyman Erdem dibêje: "Tirkiye ger bixwaze helbet dikare operasyonekê li ser rojhelatê çemê Feratê pêk bîne. Lê belê berdêlên giran yên vê operasyonê jî dê hebin bêgûman. Eger heye ku Tirkiye bi Emerîka û Fransayê re ku li deverê piştevaniya YPGê dikin bên beramerî hev û şereke germ navbera van de rû bide. Ev yek dê pêwendiyên Enqere bi van her du welatan re têk bibe. Beramberî vê operasyonê egereke zêde heye ku Li bajarên Kurdan çalakiyên mezin yên civakî rû bidin û dibe ku PKK jî bikeve nava bajarên Tirkiyê. Bêgûman Tirkiye dê gellek wendahiyan jî bide li wê deverê."

Herwiha Pisporên Tirkiyê amaje pê dikin ku eger heye artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Riha û Mêrdîna bajarên bakurê Kurdistanê yên weke Pirsûs, Kanya Xezalan, Serê Kaniyê. Nisêbîn û Dirbêsiyê û li bajarê Cerablûsa ser bi Sûriyê ku niha di destê Artêşa Sûriya Azad de ye bi giştî li şeş xalên nêzîkê Rojhelatê Çemê Feratê ne operasyonên xwe bide destpêkirin.