HSD: Me du helicopterên Tirkiyê li Efrînê xistin

HSD: Şervanên me karîn du hêlîkopterên Tirkiyê li Efrînê têkbişkînin û 11 serbazên Tirkiyê di nav herdu hêlîkopteran de hatin kuştin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, ku wan karî du hêlîkopterên Tirkiyê li Efrînê têkbişkînin û 11 serbazên Tirkiyê di nav herdu hêlîkopteran de hatin kuştin.

Di daxuyaniyekê de, Navenda Ragihandina Hêzên Sûrya Demokrat got: "Duh şervanên me karîn hêlîkoptereke serbazî Tirkî bînin xwarê û du serbaz di encamê de hatin kuştin, herwiha hêlîkoptereke din ya veguhestinê hat têkşikandin û 9 serbazên Tirkiyê di nav de hatin kuştin".

Ev yek di demekê de ye, ku Tirkiyê tenê li ketina yek firokeyê mikurhatiye, lê red nekir ku duh 11 serbazên wê li Efrînê hatin kuştin.