Herêma Kurdisanê kadroyên partiyên Rojhilat radestî Îranê nake

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, endam û kadroyên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê radestî hikûmeta Îranê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, endam û kadroyên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê radestî hikûmeta Îranê nakin.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di konferanseke rojnamevanî de red kir ku Herêma Kurdistanê endam û kadroyên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê radestî hikûmeta Îranê bike.

Herwiha got: “Endam û kadroyên partiyên demokrat ji destpêka salên Heştêyî yên sedsala bûrî ve û ji serdema rêjîma berê ya Iraq ve li Herêma Kurdistanê ne û li hemû Iraqê bûn, ji ber ku beşek ji wan ji aliyê UNHER ve wek penaber hatine naskirin.”

Roja 8ê vê mehê Îranê baregehên sereke yên her du partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDK-Î li bajarê Koyê bi mûşekan bombebaran kirin û di encamê de 15 kes şehîd bûn û zêdetir ji 40 kesî birîndar bûn.

Piştî wê bûyerê, Serokerkanê Îranê Mihemed Husên Baqirî daxwaz ji Iraq û Herêma Kurdistanê kir, ku endam û kadroyên her du partiyên Kurdî radestî Îranê bikin, yan rê nedin ku di nava xaka wan de bimînin.

 

S. B