Artêşa Tirkiyê hewla girtina navenda 3 navçeyan dide

Êrîşa artêşa Tirkiyê di roja 43emîn de li ser herêma Efrînê berdewam e û hewla girtina navenda navçeyên Raco, Cindirêsê û Şera dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa artêşa Tirkiyê di roja 43emîn de li ser herêma Efrînê berdewam e û hewla girtina navenda navçeyên Raco, Cindirêsê û Şera dide.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê Mihemed Bilo da zanîn, bajarokê Racoyê bi temamî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve nehatiye kontrolkirin û niha şer û pevçûnên giran li taxa Recoya kevin ya bajêr rû didin.

Da zanîn jî, îro di roja 43emîn a êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê li 3 eniyan gelekî germ bû, ku dixwastin navenda navçeyên Raco, navenda Cindirêsê û navenda Şera kontrol bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim îro ragihandibû, navenda navçeya Raco ji aliyê hêzên wan ve bi temamî hatiye kontrolkirin û di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye.

Lê Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê jî ji K24ê re ew nûçe red kir û got, şerekî giran li navenda bajarokê Raco di navbera şervanên YPG û çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve rû dide.

Herwiha peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî, îro firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî li esmana Efrînê digeriyan û gelek gundên Efrînê bombebarakirin, di encama êrîşa li ser navenda navçeya Mabeta de jî 4 kesên sivîl birîndar bûn û li gundê Meşalê jî sivîlek birîndar bû.

Amaje bi wê jî, çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gundê Mariê û Til Malid yê ser bi Ezazê ve gundên Til Rifat û Şêz Îsa yên devera Şehba dan ber topan.

 

 

S. B