Nêçîrvan Barzanî: Wê mûçe bê dayin

Nêçîrvan Barzanî: ."Emê bizavên xwe bikin ji bo çarekirina kêşeyan û bi tekezî wê mûçe bê dayin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: "Bê guman wê ev qonaxa niha bê derbaskirin û pêwîst e yekrêziya navxwe bê parastin û rêgirî li wan destan bê girtin, ku dixwazin yekrêziya me têk bidin û mûçe jî wê bê dayin.

Nêçîrvan Barzanî got jî: "Min daxwaza Tevgera Goran ji bo pêkanîna hikûmeteke rizgariya niştimanî tenê di ragihandinê de bihîstiye û heya niha jî ew aliyên ku vê yekê dixwazin li gel me neaxivîne û heger ew bixwazin baxivin, em amade ne li wan guhdarî bikin û ji me re zelal bikin ka ew çi dixwazin û çi bihane li cem wan hene daku pêwîst bike em hikûmeteke rizgariya niştimanî pêk bînin ku hikûmeta hemû aliyan be, ji xwe ve niha jî piraniya aliyan di nav hikûmetê de ne.

Derbarê Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî zelal kir, piştevaniya navdewletî ew e ku di çarçoveya Iraqê de û li gorî destûrê kêşe bên çarekirin, em her dem vê yekê dibêjin û ew jî weha dibêjin, lê di warê piraktîkî de heya niha ti gavên ciddî nehatine avêtin û em çaverê dikin di rojên dahatî de em bizavan bibînin.

Di pirsa dayina mûçeyan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Raste kêşe çêbûye, lê emê bizavên xwe bikin ji bo çarekirina wan kêşeyan û bi tekezî wê mûçe bê dayin."