HDP bangewaziya hevkariyê li CHP kir

Parlementerê Mêrdînê ya Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Mithat Sancar ji CHP xwest ku, hevkariya hêzên demokrasiyê pêk bînin û ew amade e, tiştê bikeve ser milên wan bicîh bînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Mêrdînê ya Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Mithat Sancar ji CHP xwest ku, hevkariya hêzên demokrasiyê pêk bînin û ew amade e, tiştê bikeve ser milên wan bicîh bînin.

Sancar di çarçoweya meşa protestoyî ya CHP ji Enqere heta Stenbolê de diyarkir ku “Em demokrasiyê ne tenê ji bo xwe, ji bo tevayiya civatê dixwazin. Em hêzên xwe bikin yek. Çemên biçûk bere bibin golên mezin. Wekî HDP em amade ne, çi bikeve ser milên me bicîh bînin.