Şandeke wezareta derve ya Amerîka serdana Rojavayê Kurdistan dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Şandeke wezareta derve ya Amerîka, serdana navçeyên Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên PYD û YPG civiya.
Şanda Amerîkî ku bi serokatiya Max Martin serdana navçeyê kir, li gel cîgirê hevserokê PYD Aldar Xelîl û berpirsên PYD Fewzî Yûsif û Bedran Çiya Kurd civiya.
Di civînê de endamên PYD ji berpirsên Amerîkî xwestin ku di damezirandina sîstema federalî de li Sûryê, piştevaniya wan bikin.
Piştre şandê serdana Kobanê jî kir û li gel fermandeyê giştî yê Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) Şahîn Çîlo civiya.
Herweha şanda Amerîkî li gel endamên encûmena Reqa civiya û derbarê jinûavakirina wî bajarî gotûbêj kirin.
Max Martin endamê şanda Amerîka bû di civînên Astana de, lê di dawîn civînên Astana de wî beşdarî nekir.