Piştî mirina Cemîl Ratib, ola wî hat zanîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro hunermend û ekterê navdar ê Misrê Cemîl Ratib di temenê 92 saliyê de koça dawiyê kir, piştî mirina wî jî ola wî ji aliyê xelkê û hezkiriyên wî ve hat zanîn.
Birêvebirê karê Cemîl Ratib, Hanî Tuhamî îro ragihand, îro danê sibê Cemîl Tatib koça dawiyê kir û dê merasîma cenazeya wî li mizgefta Ezherê were kirin.
Hunermendê Misrê Cemîl Ratib dema li Parîsê dixwend derbasî nava karê hunerê bû û beşdarî di gelek şanoyên William Shakespeare, Jean Racine, Pierre Corneille û Moliêre de kir.
Di sala 1974an de vegeriya Misrê û di sînema, drama û şanoyê de kar kir. Herwiha di gelek fîlmên Francî, Amerîkî, Îtalî de list.
S. B