Giştî Jin û mêrekî Fransî xwaringeha xwe diyarî malbateke penaber kirin

 Jin û mêrekî Fransî xwaringeha xwe diyarî malbateke penaber kirin
Xudanên xwaringehê

K24-Navenda Nûçeyan

Jin û mêrekî li bajarê Torno yê Fransayê dema kesek nedîtin xwaringeha wan bikire diyarî malbateke penaberên Sûriyê kirin.

Derbarê vê yekê rojnameya Le Petit Journal a Fransî ragehand ku, her yek ji Robet û jina wî Neziha Koniz piştî ku 6 mehan, kesek bo kirîna xwaringeha xwe nedîtin biryar dan xwaringeha xwe bidin kesên bê cihûwar, herwiha kesên bê kar diyarî malbatekê Sûrî penaberî Ewropayê bûbûn bikin.

Xudanê xwaringehê da zanîn ku, wan ew malbata Sûrî piştî standina biryara xwe dîtin.Aşkerekirin ku, ew malbat wê xwarina Sûrî û Libnanî di wê xwaringehê de çêbikin.