Derbarê 2 parlamenterên HDP'ê de lêpirsîn hat destpêkirin

Dadgeha Komarê ya Êlihê derbarê parlamenterên HDPê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Rûştû de lêpirsîn da despêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Komarê ya Êlihê derbarê parlamenterên HDPê yên Êlihê Feleknas Uca û Mehmet Rûştû de lêpirsîn da despêkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Dadgeha Êlihê ji ber parlamenterên HDPê Feleknas Uca û Mehmet Rûştû tevlî merasîma gerîlayekî PKKê bûne, lêpirsîn da despêkirin.

Li ser destpêkirina lêpirsînê derbarê parlemanterên HDPê, Cîgirê Serokê koma HDPê di parlemantoyê de Ayhen Bîlgen ji peyamnêrê K24ê re gotibû, dibe ku careke din proseya rakirina parêzbendiyê li ser parlemanterên HDPê bikeve rojeva Tirkiyê.

Berî 3 rojan jî dadgeha Diyarbekirê derbarê parlamenterên HDPê yên Diyarbekirê Remziye Tosun û Mûsa Farisogullari de ji ber tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê PKKê bûne, lêpirsîn dabû despêkirin.

Di salên di navbera 2016 û 2018an de, proseya rakirina parêzbendiyê hebû û bidengê AKP, MHP û CHPê parêzbendiya parlemanteran hatibû rakirin, herwiha di wê proseyê de jî mafê parlemanteriyê ji 11 parlemanterên HDPê hatibû standin.

 

S. B