Ewlehiya rêjîma Sûryê kesatiyeke Kurd li bajarê Hesekê desteser kir
K24 - Navenda Nûçeyan.
Mefrezeya Ewlehiya Siyasî ya rêjîma Sûryê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, kesatiya navdar a Kurd û zanayê olî Mele Mihemed Mele Reşîdê Xerzanî desteser kir.
Jêderên nêzîkî Mele Mihemed diyar kirin, ku vê sibehê navhatî serdana Rêveberiya Koçberî û Pasportan a bajarê Hesekê kiribû, daku pasportekê ji neviyê xwe re derxîne, lê ji aliyê hêzên ewlehiya siyasî ve hat girtin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.
Mele Mihemedê Xerzanî, pêşnimêjê Mizgefta Bedir e li taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û weke kesatiyeke Kurdperwer tê naskirin û di sala 2005an de, berdewam li gel Şêxê Şehîd Maşûqê Xiznewî bû û li gel wî beşdarî di hemû cejn û merasîmên Kurdî de dikir.
N.O