Çawîşoglu: YPG ji Minbicê vedikişe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu eşkere dike, YPG ji Minbicê vedikişe û leşkerên Tirkiye û Amerîka dê Minbicê bi rê ve bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu eşkere dike, YPG ji Minbicê vedikişe û leşkerên Tirkiye û Amerîka dê Minbicê bi rê ve bibin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu di derbarê naveroka hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê de pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn, wan digel Amerêkayê lihev kirine û YPG li Minbicê namîne.

Got jî, piştî ku YPG ji Minbicê vekişiya, dê leşkerên Tirkiye û Amerîkayê bi awayek hevbeş Minbicê bi rê ve bibin.

Çawîşoglu herwiha got, vekişîna YPGê ji Minbicê dê ji bo Reqa û rojhilatê çemê Ferêt jî derbas dibe. Ewê vê modelê li rojhilatê Ferêt, herêmên ku YPG li wir desthilatdar e cibicî bikin û dê ligel Amerîkayê herêmên ewle ava bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje kir, ewê di 19ê Adarê de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re bicive û di derbarê pilanên xwe de nexşerêyekê diyar bikin.

Amerîka bi mebesta têkoşîna li dijî DAIŞ, li rojhilatê Ferêt li deverên YPG baregehên leşkerî ava kiriye û alîkariya YPG dike. Tirkiye jî vê wek gefeke mezin dibîne û daxwaz ji Amerîka kiribû hêzên xwe ji Minbicê vekişîne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan berî çend rojan gotibû, ewê piştî girtina Efrînê dê biçin Minbiç, Kobanî, Girêspî, Serêkaniyê û Qamişloyê û li wan deran jî YPGê jinav bibin.

 

S. B