Ligor pîsporan, Referendûma serxwebûna Kurdistanê bandorek mezin li balansa herêmê kir

Serkeftinên Kurdistanê û Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser balansan jî kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojhilata Navîn ji ber dewlemendiya xwe ya xwezayî û çavkaniyên xwe yên petrol û enerjiyê hertim ji aliyê dewletên cîhanê ve wekî nawçeyek balkêş hatiye dîtin û şerên desthilatê li nawçeyê bi salan e berdewam in. Rojhilata Navîn, ev demeke bi serkeftinên Kurdistanê di rojeva cihanê de ye. Hêzên Kurdan di salên dawî de li hemberî DAİŞê serkeftinên mezin bidest xistin û herwiha Neteweyê Kurd ji aliye raya giştî ya cîhanî ve wek qehremanên Rojhilata Navîn û di sedsala 21an de aktora sereke ya nawçeyê hate pênasekirin.

Serkeftinên Kurdistanê û Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser balansan jî kir. Pisporê Rojhilata Navîn Serhat Erkman dibêje balans beriya 14 salan, bihatina Emrîkayê ya bo Iraqê hatin guhertin, lêbelê tu kesî pêşbînî nedikir ku Kurdistanê di demeke kurt de wiha bihêz be û daxwaza dewleta serbixwe bike.

Serhat Erkman- Pisporê Rojhilata Navîn, nerîna xwe di babetê de weha tîne ziman:

"Li nawçeyê vêga dewleta herî bihêz Rusyaye û Rusya jî bi Kurdistanê re rêkeftinên mezin yên enerjiye pêkanîn ango Rusya li Kurdistanê bêîstiqrariyekê nabîne. Emrîka jî hewl dide dîsa bibe xwedî gotin û heke Artêşa îraqê li Kerkukê êrîşî hêzên Pêşmerge bike, Emrîka dê li cem Hewlêrê cih bigire û ew yek jî dê Rojhilata Navîn bibe yekem mînak ku her du welatên zilhêz heman nêrîn bin."

Jialiyê din ve Pisporek din yê Rojhilata Navîn jî diyar dike ku Emrîka ev demeke dixwaze li nawçeyê desthilata xwe ya xistî destê Rusyayê cardin bistîne û di rojên dahatû de jî bi piştevaniya xwe bo Hewlêrê dê wê yekê pêkbîn e.

Ligor Süleyman Erdem- Pisporê Rojhilata Navîn, referendûma Kurdistanê bandorek berfereh hebû.

"Bi taybet piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hevpeymaniyên li nawçeyê dest bi guhertinê kirin. Rola Emrîka di wan guhertinan de mezin e, Helwesta Emrikayê, Tirkiye nêzî Rusyayê jî kir lê Rusya jî naxwazeTirkiye yan Iraq bihêz bibe, dixwaze ew neçarî Rusyayê bin. Cara yekem e ku NATO li hemberî Tirkiyê helwestek wiha sar digire. Belko tê xwestin Tirkiye bikeve nava şaşiyekê"

Neteweyî Kurd li Rojhilata Navîn qedîmtirîn netewe ye, lêbelê hêşta xwedî dewletekî nî ne. Kurdistanê di 25ê Îlonê de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê lidar xist û ji aliyê hin dewletan ve rastî gefan hat ku biryara xwe paşve bikşîne, lêbelê Serkirdeya siyasî ya Kurdistanê li ser biryara xwe rijd e û gavek paşve nehat avêtin.