Şandeka Perlemana Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Subehî şandeka Perlemana Kurdistanê serdan Bexdayê dike bi armanca çareserkirina arîşeyên cotkarên Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Subehî şandeka Perlemana Kurdistanê serdan Bexdayê dike bi armanca çareserkirina arîşeyên cotkarên Kurdistanê.

Nûçegihanê Kurdistan24, li Hewlêrê, ragehand: Biryare subehî şandeka Perlemana Kurdistanê serdana Bexdayê bike bi armanca  dûvçûnê li ser arîşeyên pere yên cotkaran û ew arêşeyên ku hevrûşî cotkarên Kurd dibin li deverên Kurdistanî yên li derveyê rêveberîya hikumeta Herêma Kurdistanê, ji dagîrkirina zevî, dirûnekirina berhemên wan û şewitandina dexl û danên wan.

Hikumeta Îraqê pereyên sê salên kirrîna genim qerdarê cotkarên Kurdistanêye û çend caran soz daye cotkaran ku pereyên wan xerc bike, lê xerc nekirîye. Li vana dawîyan jî her bo wê armancê nwênerên cotkaran çûne Bexdayê, lê bi dest valahî vegerîyan.

 Ji alîyekê din di çend rojên bûrî de Erebeên Hawirde, genimên cotkarên Kurd li Kerkûk û Xaneqînê şewitandin.