HAK-PAR: Her bijî Ala Kurdistan

Al, remz û sembola milletan e. Sembola Kurdistanê, ku wek ’’Ala rengîn’’ tê bi navkirin, xwedîyê dîrokeke kevn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR liser Roja Ala Kurdistanê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, kopyeyek ji K24 re hate rêkirin. Ev naveroka daxûyaniya HAK-PAR e.

Îro, 17/12 roja ala Kurdistanê ye. Ev roja netewî, cara yekem di sala 1999 de bi biryar û yasayeke Hukumeta Herêma Kurdistan hatîye destnîşankirin û li her sal li her derê welat û dervayî welat tê pîroz dikin.
Al, remz û sembola milletan e. Sembola Kurdistanê, ku wek ’’Ala rengîn’’ tê bi navkirin, xwedîyê dîrokeke kevn e. Ala Kurdistan, ji rengên kesk û sor û zer û spî berîteye. Di navê de rojek heye. Ew reng û remzên di Ala Kurdistanê de henin, di hemu serhildan û buyerên netewî yên gelê Kurd de hatine bikaranîn. Dema tevgera Şêx Seîd de, di dema Şêx Mehmud û di dema İhsan Nurî Paşa de bi hinek cudahîyên piçûk hatiye bikaranîn.
Ji sala 1946’an de, dema damezrandina dewleta serbixwe a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de Ala rengin a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebulkirin. Piştî ku Hukumeta Herêma Kurdistanê oja 17ê meha 12 a wek ’Roja Ala Kurdistanê’’ bi şêweyekî resmî tê pîrozkirin.
Em, wek Partîya Maf û Azadîyan, Roja Ala Kurdistanê bi dilgermî pîroz dikin.
HAK-PAR şanazî û kubarî bi Ala Kurdistanê dike.
Her bijî Ala Kurdistan
Partîya Maf û Azadîyan/ HAK-PAR